Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 24 peyam
çetîn taş - tirşik
çetîn taş
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. Di sala 1978’an de li navçeya Çildêranê ya bi ser Wanê ve ji dayik bû. Dibistana seretayî, navîn û amadehiyê li Çildêranê xwend. Di sala 2001’an de ji Zanîngeha Suleyman Demirel, beşa “Zanistên Siyasî û Rêveberiya Giştî” qedand. Di sala 2003’an de li Enstituya Kurdî ya Stenbolê perwerdeya zimanê kurdî wergirt û di heman salê de li Wanê di Fêrgeha Taybet a Zimanê Kurdî de dest bi mamostetiyê kir û dersên rêziman û wêjeya kurdî dan. Ji sala 2006’an heta sala 2010’an li “Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Zimanê Kurdî” mamostetî kir. Heya niha ji çar hezaran zêdetir xwendekar perwerde kirine.

Niha li Zanîngeha Artûkluyê di beşa Kurdolojiyê de masterê dike û her wiha di heman zanîngehê de dikeve dersên kurdî yên bijare.

Pirtûka wî ya di rêzimanî de gelek binav ev e:" Waneyên Rêziman û Rastnivîsa KURMANCÎ". pirtûka wî Ji weşanxaneya dîwanê derketiye.



27.09.2013 16:33 | serxush

2. Pirtûka Mamoste Çetin TAŞ a "Waneyên Rêziman û Rastnivîsa KURMANCÎ" ya çapa duyemîn û berferehkirî derket(25.09.2013). Pirtûkeke di nav pirtûkên rêzimaniyan de cuda û balkêş e. Mijaran bi rengekî safî nivîsandiye. Di nava mijarê de têr pirs û mînak dane. Di dawiya mijaran de jî bi navê hîndarî têr pirsên test/quîz dayi ye. Bawer im yên ku dixwazin li ser rêzimana kurdî bisekinin, hîn bibin, xwe pêşde bibin ê kêfa wan ji vê pirtûkê re gelek were.



27.09.2013 16:34 | serxush

dengdanên dawîn (yên din..)
erdal kayayê tirkan [1]
Li gor min Erdal Kayayê tirkan Cem Yılmaz e, her çend wek erdalê me se...
tirşik forûm [1]
silav gelo kesekî bibe evîndarê gellllek kesan û bi vê rewşa xwe aciz...
ez kurdan û kurdistanê nas dikim [3]
(bnr: gilik sipis missi) *...
gotinên pêşiyan [1]
zani xêl e lê nizani li ber derîyê kê ye....
gotinên pêşiyan [2]
Dîkê ji mêranî dikeve, dibe qeşmerê mirîşkan
îmana qijalkan ji ...
belki ev jî bala te bikişînin
» çetîn baskin
» taşaklı

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarweje ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî